DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtiyê hat derpkirin ev 6 roje di greva birçîbûnê de ye

 
25 Cotmeh
17:24 2016

MANÎSA (DÎHA) - Girtiyê bi navê Osman Kilavuz ê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê hat kirin di nava 2 mehan de 5 caran hat derpkirin, hat zanîn ku Kilavuz ev 6 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat diyarkirin ku Kilavuz di hucreyê de tê girtin.


Girtiyê bi navê Osman Kilavuz ê ji Girtîgeha Nazîllî ya Aydinê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Manîsa yê hat kirin û di nava 2 mehan de 5 caran hat derpkirin ev 6 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Parêzerên Kilavuz ku ev 24 sale girtî ye diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê bêyî biryara dadgehê Kilavuz wekî "girtiyê bi tahluke" pênasekirine û xistine hucreyê.

Parêzerê Kilavuz ê ku ev 6 rojin di greva birçîbûnê de ye dan zanîn ku ew ê derbarê derpkirina Kilavuz de serlêdana sûc bikin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN