Cenazeyê Sarak di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
25 Cotmeh
20:50
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Cenazeyê Hakan Sarak ê duh li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.
Cenazeyê Hakan Sarakê 5 salî ku duh li Taxa Nûrê ya navçeya Cizîra Şirnexê dema wesayîtê zirxî ya polîsan ew eciqand û jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewlet a Gazî Yaşargîl a Amedê malbatê cenazeyê zarokê xwe anîn Cizîrê. Cenazeyê Sarak, di bin dorpêça polîs û wesayîtên zirxî de li Goristana Esriyê hat definkirin.
(kom/no/red)