Civata Kar a Amedê: Em bi fikar in
AMED (DÎHA) - Civata kar a Amedê bertek nîşani binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin ku e bi fikar in.
Rêxistin û Civata Kar a Amedê, bertek nişanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û operasyona li diji Şaredariya Bajare Mezin a Amedê dan û fikarên xwe anîn ziman. Civat û rêxistinên kar ên Amedê bi awayeki hevpar daxuşaniya nivîskî dan û diyar kirin ku ew bi fikar in. Civatê anîn ziman ku hem weki herêm û hem jî wekî welat di pêvajoyek gelek zor û dijwar de derbas dibin û wiha gotin: "Di pêvajoya wisa de qada siyaseta demokratîk tê tengkirin. Pirsirêkên ku em dijîn bêtir kûr dibin. Fikrên siyasî çi dibe bila bibe, divê li herêmêsiyaseta sivîl û demokratîk bê kirin. Em êrîşên çekdarî û operasyonên siyasî rast nabînin. Em van binçavkirinên bi vî rengê wekî darbeya li dijî demokrasîyê dibînin. Di vêpêjoyê de herî zêde pêdivî bi diyalogê heye. Pratîk û cerebke nîşanî me dide ku de pirsgirêk bi riya demokrasi u diyalogê çareser bibin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi lezgîn dawî li binçavkirin û girtinan bînin.
Kesên îmze avêtin bin daxuşaniyê wiha ne:
1.DTSO
2. Odeya Esanf û sinhetkaran a Amedê
3. Borsaya Ticaretê ya Amedê
4.(DOGUNSİFED)
5. (DÎSÎAD)
6.(GUNSÎAD)
7.Odeya Mali û Muşaviran a Amedê
8. (DOSÎAD)
9. (DÎKAD)
10. (DOGUNKAD)
11. (GUNGÎAD)
12.(TESDER)
13. (GUNTİAD)
14. (DMD)
15. (OSGİAD)
(mae)