Polîsan bi ser KJA'yê de girtin - DEQEYA DAWÎ
27 Cotmeh
07:44
2016
AMED (DÎHA) - Polîsan bi ser Navenda Giştî ya KJA'yê de girtin.
Polîsan ser sibê bi ser Navenda Giştî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) a Amedê de girtin. Polîsan derdora avahiya KJA'yê ya li semta Dîclekent a Peyasê dorpêç kirine û li hundir lêgerînê pêk tînin.
Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata, duh di çalakiya şermezarkirinê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibû binçavkirin.
(mb)