DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Îxbara di balefira Anadolu Jetê de bombe heye

 
27 Cotmeh
12:10 2016

AMED (DÎHA) - Ji ber îxbara di balefira Anadolu Jet a ku dê saet di 10.45'an de ji Amedê biçûya Stenbolê bombe heye balefir hat rawestandin. Di balefirê de lêgerîn tê kirin.

Balefira Anadolu Jet a ku saet di 10.45'an de dê ji Amedê bifiriya Balefirgeha Sabîha Gokçen A Stenbolê ji ber îxbara di balefirê de bombe heye firîna wê hat rawestandin. Hat ragihandin ku baxajên ku di beşa kargoyê de ne hatine valakirin û ji aliyê Yekîneyên Pispor ên bombeyê ve lêgerîn tê pêkanîn.
Hat diyarkirin ku di balefirê de paketek bi goman heye û ne hat diyarkirin ku dê balefir ji Amedê rabe yan na.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN