DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Arêtşa Tirk çalakvanên Efrînê gulebaran kir

27 Cotmeh
12:46 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Arêtşa Tirk welatiyên Efîrnê yên li ser sînor li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çalakî lidar xistin, gulebaran kirin. Di encamê de 3 welalatî birîndar bûn.

Şêniyên Kantona Efrînê dagirkeriya Tirkiyeyê ya axa Efrînê napejirînin û li gundê Sorke yê navçeya Raco ku duh artêşa Tirk amadekariyên lêkirina dîwarê dikirin şermezar kirin. Berxwedana welatiyan a li ser sînor bê navber dewam dike.

Îro artêşa Tirk berxwedêrên ku li hemberî kiryarên artêşê derketine, gulebaran kirin û bi bombeyên gazê û ava şit êrîşê welatiyan kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di êrîşa artêşa tirk a li hemberî welatiyan de 3 kes birîndar bûn.

Navê kesên di êrîşê de birîndar bûn wihane: Mihemed Xalid Qasim, Ehmed Sebrî û Riyad Seîd.

Hat ragihandin ku welatiyan kesên birîndar rakirine nexweşxaneya naçeya Racoyê.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN