DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xebatkara Şaredariya Silopiya Şukran Hakîçî hat binçavkirin

27 Cotmeh
16:15 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Polîsên ku serê sibê li Silopiya bi ser malan de girtin Xebatkara şaredarîyê û Rêvebera DÎSK'ê ya Şaxa Şirnex Şukran Hakîçî binçav kirin.

Li navçeya Silopiya Şirnexê serê sibê polîsên ku bi ser mala xebatkara şaredariyê û Rêvebera Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Şaxa Şirnex Şukran Hakîçî binçav kirin. Polîsên ku li mala Hakîçî ya li taxa Yenîşehirê lêgerîn pêk anîn Hakîçî birin Miduriyeta Polîsan a navçeyê.

Der barê hinceta binçavkirina Hakîçî de agahî nehat bidestxistin.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN