DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Walîtiyê çalakiyên HDP'ê qedexe kir

 
27 Cotmeh
17:11 2016

ANTALYA (DÎHA) - Walîtiya Antalyayê çalakiyên ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê bi hinceta "domdarin" qedexe kir.

Çalakiyên HDP'ê yên li Antalyayê ku dê ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bihatan li darxistin ji aliyê walîtiyê ve hatin qedexekirin.

Hat ragihandin ku derbarê biryarê de tu teblîgat ji HDP'a Antalyayê re nehatiye şandin û midûryeta polîsan li Hevserokê HDP'ê yê bajar Îhsan Nergîz geriya ye û wiha gotiye: "Ji ber çalakî û daxuyaniyên we domdarin ji aliyê walîtiya Antalyayê ve hatine qedexekirin."

Nergîz, da zanîn ku ew ê biryarê nasnekin û wiha got: "Walîtî sûc dike. Li bajar êdî axaftina kurdan bîle tê qedexekirin. Walî wekî memûrê AKP'ê kar dike. Em ê li dijî pêkanînên dijdemokratîk û keyfî serî netewînin û em ê çalakiyên xwe bidomînin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN