DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan bêtehamulî nîşanî pankarta Kişanak û Anli da

 
27 Cotmeh
17:53 2016

AMED (DÎHA) - Pankartê şermezarkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ku li avahiya şaredariyê hat daliqandin ji aliye polîsan ve hat daxistin.

Li dijî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli çalakiya nobetê ya xebatkarên şaredariyê û gel didome. Xebatkarên Şaredariya Amedê ji bo binçavkrina hevşaredarên xwe şermezar bikin, li avahiya şaredariyê pankarta bi nivîsa “Bila li hember vîna gel rêz bê girtin û hevşaredarên serbest bên berdan” ku wêneyên Kişanak û Anli li ser bû daliqandin.

Piştî pankart hat daliqandin demek kin şûn ve polîs derketin ser avahiyê bêtehamulî nişandan û pankart rakirin. Rojnamevanên dîmen û wêneyên rakirina pankartê dikişandin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Pankart bû sedem binçavkirinê

Polîsan têkildarî daliqandina pankart Alîkarên Sekreterê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Necatî Pîrînçîoglu û Rojda Balkaş Akyuz û Seroka Daîreya Xizmeta Destekî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şiyar Nezan hatin binçavkirin.

(kom/bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN