Leşkeran jina ducanî bi giranî birîndar kir
 
								
							28 Cotmeh
									
										21:44
										2016
									
								ŞIRNEX (DîHA) - Li Şirnexê piştî çalakiyê li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê leşkeran jina ducanî Belkiz Katar bi giranî birîndar kir.
Li Şirnexê piştî çalakiya gerîlayên HPG'ê ya li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê, leşkerên ku bi awayek bê ser û ber gule li derdorê reşandin li gundê Avgamasyayê jina bi navê Belkiz Katar a ducanî bi giranî birîndar kirin. Hate hînbûn ku dema Katar li ber deriyê mala xwe rûnîştî bû birîndar bûye û piştre rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Piştî mudaxaleya ewil Katar sewqî  Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. 
(kom/no/mb)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							