Dê HES'ê dîrokê di bin avê de bihêlin
DERSIM (DÎHA) - Dê bi HES'a ku tê plankirin li gundê Sêgedîka Xozatê bê çekirin hem gund hem jî dêra dîrokî ya li gund di bin avê de bihêlin
Dêra Ermenî ya ku li beravên daristana xizir a li gundê Sêgedîka Xozatê ya Dersimê ligel ku xwe li ser piyan digire jî ji bo bê parastin xebatek nayê meşandin. Tê hizirîn ku hestiyên li ber deriyê dêrê aydî kesên ku di qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an û komkojiya Dersimê de hatine qetilkirinin.
Dixwazin bi HES'a ku dê li ser çemê gundê Sêgedîk bê çêkirin, dêr, goristan û gund di bin avê de bihêlin. Tê gotin gundê Sêgedîkê cihê Ermenî û Elewiyane. Li nîva gund Dêra Ermeniyan a bi berên ku ji gimikê Gelê anîne hatiye çêkirin heye. Dêra ku derbarê dîroka wê de tu agahî nehatin bidestxistin û heta roja me ya îro hatiye ji aliyê welatiyan ve wekî axir tê bikaranîn. Ligel hemû serlêdanên ji Midûryeta Çandê ya Bajar re heta niha dêr ne xistine bin parastinê û derdora wê ji aliyê nêçîrvanên xezîneyan ve hatiye xirakirin.
'Em dixwazin dêr bê parastin'
Dêr, di mehên zivistanê ve bi brandayên ku welatî datînin ser ve tê parastin. Gundiyê bi navê Vedat Yildiz, diyar kir ku ji sala 1994'an ve li vî gundî ne û wiha got: "Em dêrê hem diparêzin hem jî ji bo hewcedariyên xwe bikar tînin. Em dêrê ne ji bo berjewendiyên xwe ji bo ji holê neyê rakirin bikartînin. Li herêmê tenê ev dêr li ser piyan ma ye. Li vî gundî 8 dêr hene, gelek ji wan xira bûne. Di vê dêrê de îşaretên kevin ên xaçê du goristanan nîşan dide. Li serî goristanek û li aşvanên kevir hene. Ya herî girîng jî li ber dêrê hestiyên mirovan hene. Mirov pêl li hestiyan dikin û derbas dibin. Divê ev dêr bê parastin. Bi salane dibêjin dê tiştekî bikin lê hêjî tiştek ne kirine. Dema dozer tên li ser rê hestî derdikevin û dema baran jî tê hestî û serê mirovan derdikevin. Em dixwazin ev dêr bê parastin."
Li newala gundê sed metre durî dêrê hestiyên mirovan li derdor belav bûne. Gundiyan diyar kirin ku beriya niha li vir goristan tune bû, lê di qirkirina Ermeniyan a 1915 û ya Dersimê ya 1938'an de bi sedan kes bi saxî hatine şewitandin û qetilkirin.
Bese û Çule ji qetlîamê rizgar bûn
Gundiyan da zanîn ku di qetlîama 1938'an de gundî li malekê hatine komkirin û hatine şewitandin, di vê qetlîamên de du jinên bi navê Bese û Çule pêli mirovan kirine û xe xilaskirine û gotine ku li vir qetlîamek mezin hatiye kirin. Gundiyan, anîn ziman ku Bese û Çule piştî gelek salan nexweş ketine û jiyana xwe ji dest dane û wiha gotin: "Em dixwazin ku hestiyên li vir bên lêkolîn kirin. Lê dewletê tu carî bersivek erênî ne daye vê daxwaza me."
Hina jî tê plankirin ku li ser çemê Xinzir ê li gundê Sêgedîkê ye û ava wê kême HES bê çêkirin. Çemê ku hemêra wê firehe, ji ber ku li cihê ku dê HES lê bê çêkirin gund û kilîser heye, dide xwiyakirin ku çima dewlet vê dêrê nagire bin parastinê.
Gundî dixwazin hestiyên derdikevin ser rûyê erdê û dêr bê restore kirin. Gundiyan da zanîn ku ew naxwazin HES li gundê wan bê çêkirin.
(mb)