DÎHA nayê bêdengkirin
Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), di 4'ê Nîsana 2002'an de bi silogana "Ji Rastiyan Tu Demê Tawîz Nayê Dayîn" dest bi weşanê kir û 14 sal li pey xwe hişt. Di 14 salan de bi awayekî radîkal mudaxaleyî hişmendiya çapemeniya Tirkiyeyê kir û bû dengê çapemeniya muxalif. Di demek kurd de bû wekî marqayekê û geş bû. DÎHA ku tu carî ji rastiyan tawîz neda û her dem bû dengê gelan herî dawî di 29'ê Cotmeha 2016'an de (duh) hikûmeta AKP'ê bi Biryarnayeya Di Hukmê Qanûnê de girt.
DÎHA ku hêza xwe ji rastiyan û civakê digire, heta îro bê hêjmar rastî zext û astengiyên hikûmeta AKP'ê hat. DÎHA bû dengê kesên dengê wan nayê bihîstin, bû deng û dîmenên kesên ku nayên ditin, mîkrofon dirêjî hemû kesên mexdûr kir. DÎHA, her dem bû hedefa îktîdarê. DÎHA, yekem êrîşa herî mezin piştî hat damezirandin 2 sal şûnde xwar. Di sala 2004'an de bi hinceta Zîrveya NATO ya li Stenbolê bi ser navenda DİHA'yê ya Stenbolê de girtin. Bi dehan xebatkarên DÎHA hatin binçavkirin. Roja din dîsa geşedan bi xwîner û aboneyên xwe re parve kir. DÎHA, diyar kir ku dê bi van êrîşan têk neçe.
DÎHA ku heta niha gelek caran nûçegîhanê wê hatin binçavkirin, rastî gefan hatin û hatin girtin, buroyê wê rastî serdegiritnê hat, dîsa komplo li ser wê hatin sazkirin, Li gel hemû êrîşên mezin dîsa weşana xwe berdewam kir û bû dengê rastiyan. Polîsan di hemû çalakiyan de berî her kesan êrîşî nûçegîhanê DÎHA'yê kir. Gelek nûçegîhanên DÎHA'yê di şopandina çalakiyan de ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin.
Ji ber ku DÎHA bûyuera Gezî û nirxên komunal ên civakê bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Ji ber ku cemaweriya cîhanê ji nêz ve DÎHA şopandin û rastî ji DÎHA'yê fer bûn, bû hedef. Di serî de Cînayeta Ozgecan Aslan û hemû êrîşên li dijî nirxên jnan ji nêz ve şopand. Her dem bû dengê jinê. Bu dengê karkerên demsalî û awaza kesên rastî zext, zor, zilm û binpêkirina mafan tê. Bû dengê karkerên Soma, Ermenek kesên di înşaeta Torunlar de hatin kuştin.
DÎHA, yekem car tacîza 26 kesên ku polîs, leşker û memûrê dewletê jî din navde ya li dijî N.Ç. a 13 salî ya li Mêrdînê ku di nava cîhanê de wekî "Doza Şermê" tê zanîn bi cîhanê re parve kir.
Yekem car Komkujiya Roboskê ya 28'ê Kanûna 2011'an ku di bombebarana balafirên şer ên TSK'ê de 34 kes hatin qetilkirin DÎHA bi wêne û dîmenan re bi cîhanê re parve kirin.
Yekem car DÎHA'yê tacîz û tecawiza li dijî zarokên Girtîgeha Pozantiya Edeneyê di 2012'an dre bi cîhanê re parve kir. Bû dengê 7 zarokên ku di kawîşa edlî de rastî tacîz û tecawizê hatin û bi cîhanê re parve kir. Piştî DÎHA ev nûçe çêkir, Girtîgeha Pozanti hat girtin.
Li Colemergê dîmenê zarokê 14 salî Cuneyt Ertuş ê ji aliyê polîsan ve rastî êrîşê hat û milê wî hat şikandin û dîmenên polîsên ku çend kurd li erdê dirêj kirin û gotin “Hûn dê hêza tirk bibînin" û dîsa dîmenê provakasyona li Çiyayê Tendureka Giyadîna Agiriyê jî ji aliyê DÎHA'yê ve hat parvekirin.
Dîmen û bûyerên serhildana Amedê ya 28'ê 2006'an de DÎHA'yê parve kir. Dîsa kuştina zarokê 6 salî Enes Ata û jinên li redê hatin kaşkirin bi cîhanê re parve kir.
Hemû bûyerên ku hatin berovajîkirin, hemû bûyerên ku çav û guh lê dihatin girtin, komkujiyên sivîl yekem DÎHA ew deşîfre kirin. Yekem bûyer û rastiya ku bedena bêruh a Cemile Çagirga a bi rojan di sarincê de hat hiştin, kuştina dayika 5 sarokan Selamet Yeşilmen a li Nisêbinê li ber mala xwe hat qetilkirin, dayika 57 salî Taybet Înan ku bedena wê 7 rojan li kolanên Sîlopya hat hiştin, dîmenê cenazeyê Haci Lokman Birlik ê li Şirnexê li pey panzêrê hat kaşkirin û Komkujiya 200 mirovên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin qetilkirin yekem car ji ailyê DÎHA’yê ve li cîhanê hat parvekirin.
DÎHA çawa nûçegihaniya şer kir, rojnamegeriya aştiyê jî kir. Di 2013’yan de çawa muzakere dest pê kir, weşangeriyek bi berpirsiyarî kir. Çawa ku ajans gotina “zarok be jî jin be jî tişta pêwist bikin” di civakê de da nirxandin, gotinên “Pirsgirêka kurd a min e, dê bi demokrasiyê çareser bibe” ku di 2015’an de hatibû gotin jî girt bin qeydê.
Lê mixabin, polîtîkayên DÎHA’yê yên aştî û dijbûna şer, rastî êrîşên kesên ku şer dixwazin hat. Di 2011’an de li dijî hevdîtinên Oslo yê cemaet kurd, DÎHA û çapemeniya kurd hedef girt. Cemaet û AKP û di 20 kanûna 2011’an de di bin navê operasyona “KCK’ê” ku li hemberî çapemeniyê pêk anîn, 48 rojnamegeran girtin û bi salan di hundir de hîştin. Her çiqas wan rojan polîs û dozgerên ku nûçegihanên DÎHA’yê darizandin, îro bi hinceta “lêpirsîna darbeyê” di hûndir de bin jî karê ku wan nîvco hîşt desthilatdarî pêk tîne.
Dema ku di cotmeha 2015’an de Hikûmet AKP’ê û rêveberiya Erdogan yekemîn êrîş daye destpêkirin xwestin DÎHA’yê bêdeng bikin. Ji wê dîrokê û heta niha sîteya DÎHA 48 caran bi awayekî kefî û dij qanûnî weşana wê hat astengkirin. Heta niha jî gelek muhabîrên DÎHA’yê girtine. Weşana DÎHA’yê jî bi Biryarnameyê Hikûmê Qanûnî hat girtin. Lê çawa ku DÎHA mîna duh li hemberî hemû êrîş, astengî, binçavkirin, girtin û bêdengiya bêdeng nebûye, wê îro jî li hemberî KHK’ê bêdeng nebin. Dê DÎHA tu caran ji rastiya tawîz nede.
AJANSA NÛÇEYAN A DÎCLEYÊ